Di zimanê kurdî de kevneşopiya nivîsandinê,geşedana zimanê nivîskî kêm-zêde berî hezar salî dest pê kiriye. Heçî zaravayê kurmancî ye, bi helbestên Elî Herîrî dest pê dike. Lêkolînên demên dawî nîşan didin ku berî wî jî hinek kes hebûne. Zimanê nivîskî yê kurdî li medreseyên Kurdistanê geşe girtiye. Bi domana demê re çand û keleporeke nivîsandina bi kurdî pêk hatiye û pir-hindik zimanekî yekgirtî jî pê re pê re ava bûye.
Dema ku em bala xwe didin berhemên wêjeya klasîk a kurdiya kurmancî, em tê de zimanekî pehtî û kemilî tabanının. Helbestkarên kurd ne deriye zimanê gelêrî, qalib û şayesên zimanê gelêrî, pê re hinek peyv, qalib, şayes, şibandinên li gorî kelepora wêjeyî ya gelên misilman û pêdiviyên manzûmê jî bi kar anîne. Her wiha wan li gorî pêdiviya xwe li dûv rêzikên peyvsaziya kurdî gelek peyvên nû jî dariştine yan jî peyv ji qada şênber vekêşane qada razber.
Em ê di vê nivîsa xwe de balê bikêşin ser hinek peyvên hevedudanî û dariştî yên ku di berhemên wêjeya klasîk de hatine bikaranîn. Ji bo vê yekê em ê pirtûka Zeynel Abîdîn Zinar a bi navê “Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî” bingeh bigirin. Di vê pirtûkê de 28 helbestkarên wêjeya klasîk ên kurmancî cih digirin.
Hin caran jî me berê xwe da pirtûka Tehsîn Îbrahîm Dostkî ya bi navê “Baxê Îrem Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk”. Di vê pirtûkê de zêdetirî 30 helbestkarên wêjeya klasîk ên wêjeya kurmancî di gel nimûneyên ji berhemên xwe cih digirin. Peyvên hevedudanî û dariştî yên di van berhemên klasîk de dê bibin mijara lêhûrbûn û dahûrandina me.
Dema ku em bala xwe didin mînakan, em tabanının ku piraniya wan teşbîh in, ji bo şayesandina aşiq û maşûqê hatine dariştin. Hinek ji van peyvan hevedudanî, hinek dariştî, hinek jî hem hevedudanî hem jî dariştî ne ku em ji wan aloz dibêjin.
Hin caran du bêjeyên serbixwe hatine ber hev bêjeyeke nû derketiye holê:
Mînak: bala+bilind, bed+hal, bilind+ser,bîn+teng, bîn+xweş, bext+reş, cadû+sîfet, cebhe+roj, ceger+xwîn, ciwan+letîf, çar+yar, çav+belek, çav+rê, çav+xezal, çav+xumar, zehmet+pir, dêm+peyal, dêm+qemer, dil+aram, dil+geş, dil+hêz, dil+kul, dev+kor, ecûz+kevn, gul+av, gul+bav, gul+bax, gul+enî, gerden+dirêj, gerden+letîf, gêsû+şev, gêsû+xes, gul+çîçek, gul+lîbas, gul+nîgar, gul+pîrehen, gul+qiyas, gul+şilêl , gul+xunçe, gul+xwîn, gul+ken, hal+xerab, helqe+reng, kan+sor+gul, lale+zar, leb+şor, mah+reng, mal+xerab, melek+rû, kelem+per, heşîn+por, neylî+gûn, nigûn+zer, nîv+hezar, nîv+şahî, nû+bar, nû+bûk, perî+rû, nû+şebab, pertew+sa, perwane+mîsal, pir+cemal, pir+kovan, pir+tav, pir+xerîb, pir+xuroş, pişt+qor, pur+jan, pur+xwarin, qamet+elîf, qed+şemal, qelem+mîsal, reng+heftar, reş+mar, reş+rihan, reş+toz, rû+melek, selwî+bala, teb’et+xweş, têr+av, ser+nixûn, sifet+horî, sîma+perî, reng+zer, siyah+xal, siyeh+mar, siyeh+tarî, sur+perî, sur+şêrîn, şeh+mar, şeh+per, şeh+siwar, şemsî+wech, şêrîn+kelam, şîr+pel şox+bejn, şeb+rengîn, ser+kuzit, serwî+sih, tilî+zirav, xwedan+bext, xwedan+sext, xwedan+text, xweş+hakim, xweş+kilam, xweş+şivan, xweş+xwîn, zer+gul, zêr+guhar…
Hin caran jî navbendek ketiye navberê, bi vî awayî peyveke hevedudanî pêk hatiye.
Mînak: genc+e+xan, hişk+e+dar, kel+a+kel, lik+e+lik, hev+û+reng, nal+e+nal, şah+e+bax …
Hin caran jî ji dengvedana heybereka suriştî,peyv hatine dariştin. Bo nimûne ji dengvedanê avê guj+guj.
Mînak: xul+xul+în, gur+gur, guj+guj, lik+e+lik, qij+qij (kirin)…
Hinek peyv jî bi alîkariya gireyan hatine dariştin, mesken gire hinek pêşgir in, lê piraniya wan jî paşgir in.
Mînakên bi pêşgir:
/bi-/:hebûna tiştekî nîşan dide.
Mînak: dil+bi+gîr, bi+nehim…
/bê-/: Mesken jî dijwateya /bi-/yê ye. Tunebûna tiştekî nîşan dide.
Mînak: bê+hemta, bê+kêr, bê+payan, bêxudan, bê+xew…
/hem-/: Mesken paşgir zêdetir di farisî de tê bikaranîn, di kumanciyê bi gelemperî pêşgira /hev-/ tê bikaranîn. Lê nimûneyên bi “hem”ê jî gelek in.
Mînak: hemneşîn, bê+hem+ta, hem+xuroş, hem+ser, hem+seng…
/hev-/: Her wekî me li jorê jî diyar kir, konut pêşgir wateya pêkvebûnê dide.
Mînak: hev+rê, hev+dil, hev+reng, hev+deng…
Mînakên bi paşgiran:
/-dar/: Mesken paşgir xwedîtiyê nîşan didin, rayeka dema niha ya lêkera “daştan” a ku îroke jî di farisî de tê bikaranîn.
Mînak: xemzî+dar, wefa+dar,qam+dar, eyb+dar, şukur+dar, birîn+dar, dîdar, meyl+dar, guş+dar, ser+dar, kirdar, şûle+dar, serpoşî+dar, şa+dar, mêwe+dar, dil+dar, mal+dar.
/-e/: Mesken paşgir ji navdêr, rengdêr û rayeka lêkeran navdêran çêdike.
Mînak: lerz+e.
/-istan/: Mesken paşgir navê cih çêdike, ji tiştekî gelek hebin û li cihekî kom bûbûn, tê dawiya wî tiştî û navê cihê wî tiştî çêdike. Mesken paşgir ji bo cihê tiştên şênber tê bikaranîn, her wekî goristan, gulistan, daristan… Lê di wêjeya klasîk de ne deriye ji bo tiştên şênber, ji bo tiştên razber û bi wateya mecazî jî peyv hatine dariştin.
Mînak: şekeristan, şebistan, dilistan…
/-î/: Mesken paşgir di kurmanciyê bi gelek peywiran radibe. Mensûbiyetê nîşan dide, her wekî bajar+î, amed+î, ji lêkeran parenga dema borî çêdike wekî xwest+î, biraşt+î. Navê mefhûmê çêdike, wekî bilind+î,germ+î. Ji rengdêr û navdêran navdêran jî çêdike; kêr+î, nêr+î.
Mînak: bend+î, berevraz+î, nivişt+î, du+ziman+î, ziring+î, zer+î, per+î, fanos+î, ramişt+î, vewesta+yî, kêr+î, narinc+î, pîvaz+î, keremkar+î, bedbext+î, serkêş+î, rûreş+î, sermed+î…
/-în-/: Mesken paşgir, tiştek ji çi çêbûye, wê nîşan dide, her wekî zêrîn, zivîn. Her wiha ew paşgir rayeka dema niha ya lêkerên ku radera wan bi /-andin/ê hatine dariştin jî pêk tîne.
Mînak: nûr+în, reng+în, gul+în, xemrev+în, dilşek+în, rûşemal+în…
/-mend/: Konut paşgir ji aliyê wateyê nêzî paşgira dar e, xwedîtiyê nîşan dide.
Mînak: behre+mend,dewle+mend…
/-ar/: mir+ar, pêr+ar, guh+ar…
/-van/:Ev paşgir navê kar û pîşeyan çêdike.
Mînak: bax+van, derge+van…
Paşgirên biçûkker /-ok/, /-ik/:Ev paşgir her çiqas wateya biçûkbûn û delaliyê bidin tiştan, kesan jî pirî caran wekî gireyên bêjesaz jî derdikevin pêşberî mirov, bo nimûne, teyr+okan jî gijlok hemwateyên zîpikê ne.
Mînak: naw-ik, zirav+ik, dewl+ik, mal+ok, leyz+ok, teyrok (zîpik, gijlok), nîsan+ok…
Ji bilî gireyên resen, rayekên lêkeran jî wekî di dariştina peyvên nû de karîger in.
Mînak: bade+rêj, sivik+saz, dûr+bîn, xweş+xwan, xweş+xwîn, leyz+ok, xemxwar, xwînxwar,dil+soj, kir+dar, xeber+saz, ber+xur, dil+nûşîn, dil+şekîn, dil+firûj, qelbi+soj, nexme+saz, gul+jen, bax+nişîn, gû+xwer, lerz+e can+bexş, gewher+firoş, beşer+poş, mey+perest, xem+revîn, rim+baz…
Di van mînakan de em rayekên lêkerên rêtin>rêj, saxten>saz, dîtin>bîn, xwendin>xwan/xwîn, lîstin>leyz, sotin>soj, noştin>noşîn, şikandin>şekîn, firotin> firûj/ firoş, jentin> jen, niştin> nişîn, lerzan> lerz, bexşîn> bexş, poştin> poş, perestin>perest, revandin>revîn, bezîn>baz tabanının.
Hinek ji van lêkeran îro di kurmanciyê nayên bikaranîn, her wekî “saxten” ku îro jî di farisî de lêkereke karîger e.Hinek jî pir kêm deri bikaranîn, her wekî poştin û noştin. Lê belê rayekên van lêkeran wekî morfemên bêjesaz di kurmanciyê de jî cilde bikaranîn.
Em dikarin nirxandineke giştî li ser mijarê çend bibêjin. Dema ku em bala xwe didin van peyvên mînak, mirov tabanına ku hemû bi mebesta şibandinê hatine dariştin û hema bêje teveka wan jî rengdêr in, her çiqas gelek ji wan wekî navdêr hatibin bikaranîn jî.Li şûna ku ravek (terkîb) a rengdêrî wekî were bikaranîn, peyvek hatiye dariştin.Rengdêrên mîna bilind, xweş, letîf, aram, dirêj, xerab, şêrîn, têr, rengîn, zirav, nû, kevn ji bo dariştina rengdêreke nû hatine bikaranîn.Navên rengan ji bo teşbîhê hatine bikaranîn. Divê diyar bikin ku peyva “reng” bi xwe ne bi wateya teng, lê bi wateyeke berfirehtir hatiye bikaranîn. Bi peyva reng çawaniya tişt û kesan hatiye destnîşankirin.Peyvên mîna “mîsal, misl, sifet” jî bi heman armancê hatine bikaranîn.Her wiha paşgirên /-sa/ û /-asa/ jî ji bo şibandinê hatine bikaranîn. Her wekî peyvên pertew+sa, Îrem+asa.
Hinek ji van bêjeyan ji zimanê farisî hatine wergirtin, her wekî şeb/ şebistan,gulpîrehen, nigûnzer, murxîzar, mahîsîma û hwd. hinek jî bi rêya analojiyê li gorî denganî û bêjesaziya kurdî hatine dariştin. Carinan bêjeyên du zimanan bi hev re hatine bikaranîn û bi wan peyveke nû hatiye dariştin, her wekî “gullîbas, dêmqemer”.Lê piraniya bêjeyên xomalî ji zimanê gelêrî hatine wergirtin, mîna sorgul, çavxezal, çavbelek, reşmar, dilsoj, gulav, dilkul, dilkovan…
Çavkanî:
1) Zeynelabîdîn Z. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Yekîtîya Nivîskarên Kurd. Stockholm, Swêd.
2) Dostkî T.Î (2020). Amadekar M. Zahir Ertekin. Baxê Îrem Geştek li Nav Şi’ra Kurmancî ya Klasîk. Weşanên Dara. Amed.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.